Tacdîn Sitiyê ji te dixwazit
Ew qûl bi çiraxiyê dinazit

Ew bende ye wî bigêre azad
Zîbende ye, wî bidêre damad

Mîr go: ‘’Ku heçî we dîtî laiq
Elbette ji bo mi ra ye faiq

Herçî ku wekîl e, bêt û rûnit
Mewla kî ye xutbeyê bixûnit

Eqda Sitiyê me kir li Tacdîn
Îcabe ev e: Qebûl e, amîn

Fîlhalî Çeko bezî, û pê mîr
Teqbîlî kir û qebûlê teqrîr

Mecmûê mela û şeyx û mîran
Axa û ekabîr û feqîran

Vêkra bi devê xwe wan sena kir
Têkda bi dilê xwe wan dua kir

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?