Qedexe ye çûna derve
Nabêjim ev roj ev şev e
Baş e ku facebook heye
Ez lê dinivsînim pe ve

Ev medya civakî nebûya
Wê rewşa me çewa çêbya
Ev ên ji şêst û pênc jortir
Xwedê çêke, wê zor bûya

Em mecbûrin bo semax kin
Hem Xwedayê xwe zikirkin
Belkî ji bo me derfete
Seraqet em dûa bikin

Lewra ku em jar û kal in
Em bûne girtî li mal in
Dûa kin bo def’a vîrûs
Hêvî ku dûa meqbûl in

Dûa kin him binivsînin
Li ser facê biweşînin
Kî bixwîne bêje amîn
Dûa de em tev şirîkin

Mana d’mal de belku xêr e
Ji bilî siheta pê re
Em nizanin ew dizane
Lew ev heye li teqdîre

Ya Rebî Tu bêtî rehmê
Ji bo temamê ‘alemê
Vê êşê ji nav me hildî
Danegerînî ti demê

Ya Reb em pir belengaz in
Ber dergahê te b’niyazin
Bilî Te kî heye qaşo = Haşa
Ku em derman jê bixwazin

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?