Bo sûxra ziman û wêje
Çi helbestvan çi dengbêj e
Çi bi afirînin pîroz e
Lew rûmetdar in ji mêja

Ji berê de heta niha
Ev pergal hatiye wiha
Çi şa’îr dengbêjên hebûn
Navdar bûn b’dîwan dergaha

Dengbêj li civatên axa
D’sitran li cuvat û caxa
Li ser şer û bihevçûnan
Kilam digotin her wiha

Dengbêjên wê demê hebûn
Pirê wan hem jî şa’îr bûn
Jiber xwe kilam digotin
Lewra wisan navdar dibûn

Li vî welatê me weh bû
Her axa dengbêjek xwe hebû
Berx dikirin wek hogiçan
Lew li cem axa taybet bûn

Yê dikir dengbêjya taybet
Nav belav dibû li welat
Wê demê dihat hebandin
Lewra nav û deng pê diket

Yê şa’îr û helbestvanan
Li cem mîran li dîwanan
Dema qesîde d’afirandin
Nav û deng diket bi wanan

Li cem begler û mîreka
Li dîwanên wan teveka
Dema şa’îr ş’îr digota
Ji ber dikirin geleka

Lew nav bi şa’îr an diket
Navekî navdar û taybet
Mîr dibû weke sponsor
Xelkê dixwendin ew helbest

Dîwana şêxan jî weh bû
Dema dîwan tije dibû
Şa’îr li ser şêx digota
Şa’îr bi navûdeng dibû

Mixabin îro ew tune
Ew şa’îr tev veşartî ne
Tenê l’medyayê dinvîsin
Gel wisa wan dişopîne

Ev yek ne lêbar ne taze
Her dem li gor xwe dixweze
Lew ev medyaya civakî
Hem qence û hem m’iûz e

Lê baş e ku Kurmancîye
Ev yek wêje ye bi cî ye
Ji bo çand û vî zimanê
Sûxra ziman î nîjadî ye